• Saturday, 21 February 2026
logo

Rayedarekî AKPê: Dibe ku Erdogan qanûna rakirina parêzbendiyê veto bike!

Rayedarekî AKPê: Dibe ku Erdogan qanûna rakirina parêzbendiyê veto bike!
Rayedarekî Partiya Dad û Geşedanê ya Tirkiyê (AKP) dibêje, îhtimala wê heye Erdogan qanûna rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê veto bike û dîsa vegerîne parlamentoyê.

Çend roj berê, Parlamentoya Tirkiyê bi piraniya dengan, qanûna rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê pesend kir. Ji bo bo ku ew qanûn were bicîhanîn divê ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve were îmzekirin. Sibê roja dawî ya mohleta Erdogan e.

Endamê Encumena Navendî ya AKPê Ayhan Ogan ji televîzyona Haberturkê re gotiye, dibe ku Erdogan qanûna rakirina parêzbendiyê îmze neke.

Ayhan Ogan diyar kir ku qesta bingehîn a Erdogan, rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê nîne lewma dibe ku wê qanûnê veto bike.

Eger qanûna han ji aliyê Erdogan ve were pesendkirin, pêvajoya darizandina parlamenterên HDPê, ku piranî bi alîgirî û endamtiya PKKê tên tohmetbarkirin, dest pê dike.

Basnews
Top