Nêçîrvan Barzanî: Pêdviye beşa Herêma Kurdistanê ji qerzên navdewletî bê misoger kirin
Kobîç, di axavtina xwe de, kêfxweşiya xwe li hember serdana bo Herêma Kurdistanê nîşan da, biryara serokatiya siyasiya Herêma Kurdistanê ya di warê vegeriyana parlamenterên kurd bo Bexdayê bilind nirxand û pilana refrorman a hikûmeta Herêma Kuridstanê dest pê kiriye bi gaveke gelek baş û erênî wesif kir.
Nûnerê taybetiyê NY behsa têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û welatên cîran ji aliyekî û têkeliyên bi Bexdayê re û pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û, di vê çarçoveyê de, tekîd li ser wê yekê kir ku NY amadeya di warê çareserkirina wan pirsan de alîkariya Hewlêr û Bexdayê bike.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana nûnerê NY bo Kurdistanê kir û di axavtinekê de tekîd li sesr helwesta Herêma Kurdistanê kir ku, tu demekî naxwaze bibe beşek ji pirsgirêkên siyasiyên Îraqê û dixwaze hemû pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalog û danûstaninan çareser bike û baştirîn têkelî digel welatên cîran hebe û Kurdistanê bibe faktora îstîqrarê li deverê.
Serokwezîr got ku, hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi piraktîzekirina pilana reforman kiriye û ji bona bicîkirina wê pilanê hikûmeta Kurdistanê pêwîstî bi hevkariya NY, welatên dost û bi taybetî welatên G7 heye. Barzanî daxwaz kir ku, NY lêbixebite ew alîkariyên darayî yên ji Îraqê re tên hinartin, beşa Herêma Kurdistanê jî jê bê misoger kirin.
Rewşa ewlekariya Îraqê, rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawiyê yên cenga dijî terorê, operasiyona azadkirina bajarê Feluce û çend mijarên din di civînê de hatin gotûbêj kirin.
