Kurd û Amerîka kantonên Rojava dikin yek!
Her kes dizane ku bernameya 500 milyon dolarî ya Amerîkayê bo alîkarîkirin û çekdarkirina şervanên kevin ên Sûriyê li dijî Dewleta Îslamî “DAIŞ” li Sûriyê, pir qels û cihê şermê bû. Bêguman ev encama neyînî dihêhe ku şêweya kar û tevgera Washingtonê li Sûriyê heta radeyeke berçav biguhere.
Bi rengekî giştî eşkere ye ku hêza herî bibandor li Sûriyê ku Amerîka hevahengiyê pê re dike di şerê dijî DAIŞê de, Yekîneyên Parastina Gel “YPG”ê ye. Dema di Îlona 2014an de, DAIŞê çar meh û nîvan bajarê Kobanî dorpêç kir, Amerîka bi firokeyên şer piştevaniya hêzên YPGê kir da, ku bikarin êrişên DAIŞê pûç bikin. Ji wê çaxê ve, Amerîka bi berdewamî piştevaniya hêzên kurdî dike, nexasime dema di Hezîran a 2015an de, herdu kantonên Cizîrê û Kobanî bi hev ve hatin girêdan.
Ji bo ku Kurd li Sûriyê pêkhateyeke serbixwe pêk bînin, divê herdu kantonên Cizîrê û Kobanî bi Kantona Efrînê ve ku li rojavayê wan dikeve, bên girêdan. 110 kîlometr di navbera Kobanî û Efrînê de hene ku li derveyî desthilata kurdan e û pareke mezin a vê axê di destê îslamiyên radîkal de maye. Kurdên Sûriyê bê dudilî dixwazin dawî li vebirîna civakên xwe bînin û tew bi taxa kurdan a Şêx Meqsûdê re li bajarê Helebê têkil bibin.
Xuya ye Tirkiyê ji berê ve bi hişkî li dijî vê ramanê ye. Tevî ku bi giştî dîrokeke hêzên kurdî ya baş di alîkariya komên çekdar wek Artêşa Azad a Sûriyê de heye û navçeya navbera Cizîrê û Kobanî ku bi rastî ev navçe li derveyî sînorê Rojavayê Kurdistanê ye, bi hevbeşî birêve birine jî, lê dîsa jî Tirkiyê li dijî wê yekê ye ku YPGê li başûr bibe cîrana wê.
Ev demeke Amerîka dixwaze vê pirsê bixe nav bernameya xwe ya çekdarkirin û rahênanê de ku me li jor behs kir, lê ji ber şikestina vê projeyê, niha Washington hewl dide bi şêweyeke rasterast alîkariya kurdên Sûriyê û hêzên çekdar ên din wek Artêşa Azad bike ku hewl didin li jêr seywana Volkana Firatê de DAIŞê ji Reqayê biqewitînin.
Amerîka gihîştiye wê baweriyê ku ev hêza kurdî ya 40 hezar kesî ku perwerdeya leşkerî dîtine û şervanên Ereb jî piştgiriya wan dikin, bi rastî hêza herî xurt e ku Amerîka dikare pişta xwe pê girê bide. Lewra jî Amerîkayê bênavber çek û teqemenî bi firokeyan ji wan re davêt xwarê. Ango, tevî dilgiraniya Enqereyê jî, dibe ku rêkeftinek di vê navê de bê girêdan.
Tevî ku girêdana Kobanî û Efrînê dikare derxistina DAIŞê ji navçeyê hêsantir bike, lê dîsa jî Amerîkayê Tirkiyê piştrast kiriye ku ew naxwaze tiştekî wiha biqewime, lê dixwaze YPGê ber bi başûr gavan bavêje û DAIŞê ji Reqayê derxe. Dibe ku ne bi dilê Tirkiyê be YPGê li dijî DAIŞê ber bi navçeya Reqayê here, lê dîsa Tirkiyê vê yekê baştir dibîne ku YPGê bibe cîranê wê li ser sînorê başûrê Tirkiyê. Jixwe dibe ku ev heman rêçare be ku Amerîka dixwaze li ber hemû aliyan deyne.
Kurdên Sûriyê nîşan dane ku ew amade ne hevahengiyê bi rêjîma Beşar Esed û Rûsyayê re bikin bi mercê ku navçeyên kurdî bi hev ve bên girêdan. Lê di heman demê de eger YPG hevkariya Esed û Rûsyayê bike û li şûna Reqayê ber bi Efrînê ve here, bêguman dê Amerîka ji xwe bixeydîne ku bi rêya firokeyên şer alîkariya wan li dijî neyarên kurdên Sûriyê dike.
Beriya demekê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got ew dê bi kêfxweşî alîkariya Amerîka û hêzên hevpeyman bike. Enqere pir bi operasyona Rûsyayê li Sûriyê dilgiran bû û Erdogan gef kir ku êdî gazê ji Rûsyayê nekire, nemaze ku Tirkiyê yek ji mezintirîn kiryarên gaza Rûsyayê ye. Erdogan dizane ku girîngiyeke stratejî ya mezin a Tirkiyê nisbetî Amerîkayê heye, lewra li gor Tirkiyê hevkariya Amerîka û kurdan ji hevkariya Rûsya û kurdan çêtir e. Tirkiyê naxwaze YPGê neçar bibe û bi piştgiriya Moskowê van navçeyan bi hev ve girê bide.
Enqere dizane ku hevkariya Amerîka bo êrişa hevbeş a Kurd û ereban li ser Reqayê, bibandortir dibe eger Amerîka bikare navenda leşkerî ya Incirlikê bikar bîne. Firoke û firokeyên bêpîlot ên Amerîkayê dikarin bi rêya vê navendê hêsantir û zûtir êrişên hevbeş li ser Reqayê birêk bixin.
Amerîka berê jî stratejiyeke wiha da meşandin. Di sala 2001 de, firokeyên şer ên Amerîkayê alîkariya Hevpeymaniya Bakur li Afganistanê kirin ku wê çaxê bi hespan Talîban ji Kabulê derxistin. Li Lîbyayê jî, Amerîka heman kar bi hevalbendên xwe re kir û bi rêya balafirên cengê piştgiriya wan hêzan kir ku li ser erdê rêjîma Qedafî hilweşandin. Ji bo derxisrina DAIŞê ji Reqayê jî, tê pêşbînîkirin Amerîka û hevalbendên xwe heman stratejiyê bi Artêşa Azad û YPGê re bikar bînin.
Pail Iddon
Rudaw
