• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Mûsil DAIŞê 19 jinên Kurd bi şêweyê firokevanê Urdinî şehîd kirin

Li Mûsil DAIŞê 19 jinên Kurd bi şêweyê firokevanê Urdinî şehîd kirin
Çavkaniyên navxweyî eşker kirin ku, çekdarên DAIŞê bi heman şêweyê şehîdkirina firokevanê Urdinî 19 jinên Kurd li Mûsilê şehîd kirin.

Ajansa Novostî li ser zimanê çavkaniyên rojnamevanî ser bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) belav kiriye ku, çekdarên DAIŞê li yek ji qadeyên bajarê Mûsilê, qefesek hesinî danîn û 19 jinên Kurd xistinê, agir berdan wan û ew şehîd kirin.

Li gorî zaniyariyê ajnsa navborî sedema vê kiryarê jî ew e ku, wan jinan red kirine ku ew wek ximetkar di malên çekdarên DAIŞê karbikin.

Sala par çekdarên DAIŞê bi heman şêwe firokevanê Urdinî Meaz Kesasbê şehîd kirin.

Basnews
Top