• Saturday, 21 February 2026
logo

400 leşker bi kuştî hatin dîtin

400 leşker bi kuştî hatin dîtin
Goreke bi komî li navçeya Seqlawiye hat dîtin ku li gorî zanyariyan tê de termên 400 leşkeran heye.

Medyayên Iraqê îro yekşemî 5ê Hezîranê belav kirin, ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê gorkeke bi komî li Taxa Şuheda ya bajarokê Seqlawiye li bakurê Felûceyê dîtin.

Li gorî zanyariyên ji medyayan ve, di vê gora bi komî de termên 400 leşkerên Iraqê hene.

Hat ragihandin, ku hemû termên di vê gora bi komî de yên leşkerên Fewca 1 a Lîwaya 53 a Firqeya 10 a Artêşa Iraqê ne. Medyayan herwiha belav kirin, ku çend gorên din ên bi komî li deverên hene.

Dîtina wê gora bi komî di demekê de ye, ku operasyona rizgarkirina Felûceyê ji aliyê hêzên Iraqê û milîsên Heşda Şeibî ve berdewam e.

Duh şemî 4ê Hezîranê Fermandeyiya Operasyonên Bexdayê kontrolkirina bajarokê Seqlawiye ya girêdayî navçeya Felûceyê ragihand û tekez kir, ku Ala Iraqê li ser avahiyên Seqlawiye hat bilindkirin.

Ji 22ê Gulanê ve operasyona kontrolkirina Felûceyê dest pê bûye û heta niha jî berdewam e.

Rudaw
Top