• Saturday, 21 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li Serokwezîrê berê yê Fransayê dike

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li Serokwezîrê berê yê Fransayê dike
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemiyê 05.06.2016ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Firanswa Falun serokwezîrê berê û endamê nuha yê parlamnetoyê yê Fransayê û şandeya pê re kir.

Falun kêfxweşiya xwe li hember serdana bo Herêma Kurdistanê nîşan da û behsa pirograma serdanan xwe û serdana kampên koçber û penaberan û bereyê cenga dijî terorê kir, mêrxasiya pêşmerge li rûbirûbûna terorê bilind nirxand û pîrozbahî û destxweşî li serketinên pêşmerge, bi taybetî serketinên van rojên dawiyê, kir.

Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe li hember serdana serokwezîrê berê yê Fransayê û şandeya pê re bo Herêma Kurdistanê nîşan da û sipasiya piştgiriya berdewam ya Fransayê bo Herêma Kurdistanê kir û tekîd kir ku, pêşmerge li ser serketinên xwe yên bi ser terorîstan de berdewam e. Di warê alîkarîkirina koçber û penaberan de, serokwezîr tekîd kir ku, pêwîste civaka navdewletî zêdetir hevkariya Herêma Kurdistanê bike.

Behsa têkeliyên navbera Herêma Kurdistan, Îraq û welatên cîran hat kirin û divê çarçoveyê de, serokwezîr tekîd li ser wê yekê kir ku, Herêma Kurdistanê dixwaze faktora îstîqrarê be li deverê û baştirîn têkelî digel Îraq û welatên cîran hebe û pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalog û danûstanidnan çareser bike.

Rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê û pêwîstiya hevkarîkirina wan ji aliyê civaka navdewletî û hikûmeta Îraqê ve, rewşa êkonomiya Herêma Kurdistanê, bandora kirîza êkonomî û cenga dijî terorê li ser Kurdistanê, ew bargiraniya ji sedema hatina hijmareke gelek mezin ya koçber û penaberên destê terorê ketiye ser milên hikûmeta herêma Kurdistanê, rewşa kirîstiyanan li Îraqê û hatina wan bo Herêma Kurdistanê û pêşhatên rewşa Suryeyê di civînê de hatin gotûbêj kirin.

Top