• Saturday, 21 February 2026
logo

‘Ebadî aşkera kir ku amadene li gel Herêmê rêkbikevin’

‘Ebadî aşkera kir ku amadene li gel Herêmê rêkbikevin’
Di civîna Ebadî ya li gel serokê fraksiyonên Kurdistanê de, Ebadî aşkera kiriye ku, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê amade ne û parlamenterekê jî ragehand, cuda ji rêkeftina 2014ê pêwîste rêkeftineke nû bê kirin.

Parlamenterê kurd li parlamentoya Iraqê Dr. Ferhad Qadir ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di civîna serokwezîrê Iraqê û serokê fraksiyonên Kurdistanê de, ku di 28ê gulana 2016ê de pêkhatibû, çend rêkeftinekî siyasî pêkhatibûn.’’

Herwaha ameje bi vê yekê jî kir, di civînê de behsa pirsgirêkên hatine cemidandin ên di navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin û got: ‘’Fraksiyonên Kurdistanê daxwaza garantiyê kirin ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi taybet girêdayî bi budce û mûçeyên Pêşmerge ve û sedî 17 budceya giştî û birêkirina neftê de garantî hatin xwestin. ‘’

Herwaha got, Ebadî amadebûna xwe ya çareserkirina pirsgirêkan aşkera kir û diyar kir: ‘’Eger niyeteke rasteqîn hebe rêkeftin wê pêkbê, lê eger niyeteke baş û rasteqîn nebe tenê ev hevdîtin wê bibe babeteke çapemeniyê.’’

Dr. Ferhad Qadir, diyar kir, fraksiyonên Kurdistanê li benda dûbare destpê kirina hevdîtin û gotûbêjan dikin, ku dibe wan demên nêzîk destpê bike û got: ‘’Divê dervey rêkeftina 2014ê, rêkeftineke nû derbarê neft û şayesteyên Herêma Kurdistanê yên budceya giştî de bê kirin.’’

Basnews
Top