• Saturday, 21 February 2026
logo

Barzanî ji krîstiyanên Kurdistanê re: Terka welêt nekin

Barzanî ji krîstiyanên Kurdistanê re: Terka welêt nekin
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bang li krîstiyanên Başûrê Kurdistanê dike ku welêt neterikînin.

Barzanî li bajarokê Pîrmam ê Hewlêra paytext pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Fransayê François Fillon û şanda pêre kir.

Di civîna digel Fillon de ku li ser rewşa navçeyê û şerê dijî DAIŞê bû, Serokê Herêmê Barzanî ragihand ku divê krîstiyan bîr li çûna ji welêt nekin û berê xwe nedine penaberiyê li welatên Ewropayê.

Li gorî daxuyaniyeke malpera Serokatiyê, Barzanî derbarê krîstiyanên Kurdistanê de got: "An em hemû dê pêkve bimirin an azad bibin û bi serbestî bijîn."

Di civînê de her du aliyan li ser rewşa penaberan, şerê li dijî DAIŞê, hevkariya leşkerî ya Herêma Kurdistanê û Fransayê giftûgo kir.

Fillon ku ji sala 2007ê heta 2012ê serokwezîrê Fransayê bû, berî niha Îlona 2014ê ji bo dîtina rewşa penaberan û şer serdana Kurdistanê kiribû.

Rudaw
Top