Barzanî serxweşî li malbata Mistefa Zelmî kir
Mistefa Zelmî şevîdin saet yek, li bajêrê Hewlêrê di jîyê 92 salîyê da, koça dawîyê kir û li ser astê Îraqê û cîhanê weku Elame tê naskirin, Zelmî yek ji darêjerên qanûna barê kesayetî ya Îraqê û herêma Kurdistanê tê zanîn, bo heyama çend salan jî rawêjkarê qanûnî ya serokatîya herêma Kurdistanê bû.
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bi vê helkeftê serexweşî li malbata Mistefa Zelmî kir û di peyamekê da gotîye: Mistefa Zelmî hizirmendekê bi ezmûn û şîyan û kesayetîyeka bi hêza cîhana îslamî bû.
Zelmî zêdetirî ji 80 pirtokan di warên şerîet û qanûnê da hene, zêdetirî 40 lêkolînên zanistî û 13 navunîşanên zanistî hene. Hijmareka pirtokên wî jî li zankoyên, Hindistanê, Endonezya, Malîzya, Tirkîyê, Misirê, Urdinê, Îraqê, Îranê û herêma Kurdistanê tên xwendin.
War.tv
