• Saturday, 21 February 2026
logo

HDPê gefan li dadgeha destûrî ya Tirkiyê dixwe

HDPê gefan li dadgeha destûrî ya Tirkiyê dixwe
Piştî parlementarên HDPê û çend parlementaên CHPê jibo hilweşandina biryara hilgirtina parêzbendiyê, dosyeya yasayî li dadgeha destûrî ya Tirkiyê kirin, dadgeha destûrî jî doseya wan red kir û HDPê ji wê biryarê nerazî ye.

Parlementarê HDPê Idrîs Balukan di kongirekî rojnamevanî de rexne li dadgeha destûrî kirin û amaje biwê yekê kir biryara dadgeha destûrî gelekî bilezbû û wateya wê jî diyar û eşkere ye.

Herwiha behsa wê yekê jî kir ku, pêwîstbû dadgeha destûrî bi başî lêkolîn kiriba li ser wê doseyê, ne ku bilez biryarê red bike, û got: “Di bin fişara AKPê de dadgehê doseya HDPê red kiriye.”
Di beşekî din de ji axaftina xwe behsa wê yekê kirk u heger ti care li pêşiya wan nemîne wê demê wê li dadgeha destûrî ya Ewropa doseyekê tomar dikin.

Basnews
Top