• Saturday, 21 February 2026
logo

Namzetê serokatiya Fransa: Pêşmerge me ji totalîtarîzmê diparêze

Namzetê serokatiya Fransa: Pêşmerge me ji totalîtarîzmê diparêze
Serokwezîrê berê yê Fransayê François Fillon duh di çarçoveya serdana xwe ya Başûrê Kurdistanê de çû eniya şer.

Fillon li eniya Xazir ji nêz ve çeperên rêxistina DAIŞê dîtin û rewşa şer ji fermandeyên Pêşmerge pirsî.

Xazir dora 40 kîlometreyî dikeve rojavayê Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê.

Li ser Twitterê, Fillon hinek wêneyên serdana xwe ya li eniya şer belav kirin û got: "Rêzeke mezin ji Pêşmerge re ku pêşengên şerê şaristaniyê ne li dijî totalîtarîzmê."

Fillon li eniya şer ji rojnamevanan re got divê pêdawîstiyên Pêşmerge bêne dabînkirin û ew dê hewl bide heta heftiya bê çekên nû ji hêzên Kurdistanê re bêne şandin.

François Fillon û şanda pêre dîsa doh li bajarokê Pîrmam ê Hewlêrê pêşwazî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyabû.

Parlamentarê niha yê Komariyan di Parlamentoya Fransayê de, herwiha hevdîtin digel berpirsên civaka krîstiyan li Hewlêrê pêk anîbûn.

Fillon di hilbijartinên 2017ê de namzetê serokatiya Fransayê ye û bi vê serdana xwe ya Kurdistanê hêvî dike peyamekê bide dengdêran ku ew dê di şerê li dijî DAIŞê de çalak be.

Fillon ku ji sala 2007ê heta 2012ê serokwezîrê Fransayê bû, berî niha Îlona 2014ê ji bo dîtina rewşa penaberan û şer serdana Kurdistanê kiribû.

Rudaw
Top