• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Xazirê zêdetir ji 100 terorîst hatin kuştin

Li Xazirê zêdetir ji 100 terorîst hatin kuştin
Hêzên pêşmerge li Xazirê zêdetir ji 100 terorîstên DIŞIê kuştin.

Duh danê sibê terorîstên DIŞIê bi awayekî berfire li mihwera Xazirê êrîşî ser hêzên pêşmerge kirin lêbelê hêzên pêşmerge bi dijwarî bersifa êrîşa terorîstan da û zêdetir ji 100 terorîstên DIŞIê hatin kuştin.

Di vê derbarê de jêderên leşkerî yên li Xazirê diyar kirin ku îro danê sibê terorîstên DIŞIê ji çend aliyan ve xwestin êrîşî ser hêzên pêşmerge bikin lêbelê êrîşa han hat têkbirin û di encam de zêdetir ji 100 terorîstên DIŞIê hatin kuştin û leşê dehan terorîstên kuştî jî di destê hêzên pêşmerge dene.
Top