Artêşa Sûriyê derbasî sînorê Reqayê bû
Derbarê vê mijarê Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de, tekez kir ku, Artêşa Sûriyê di encama êrîşeke mezin li ser çekdarên DAIŞê karî derbasî sînorên Parêzgeha Reqayê bibe.
Rewangehê da zanîn ku, ev çara yekemîne ji dema kontirolkirina DAIŞê ji wî bajarî re Hêza rejîma Sûriyê derbasî sînorê parêzgeha Reqayê dibe.
Lê ew pêşveçûnên Artêşa Sûriyê ji aliyê rejîma wî welatî ve heta niha nehatiye piştraskirin.
K24
