Ragehandina fermandariya Pêşmergeyên Zîrevanî
Ragehandina Hêzên Zîrevanî waha ye:
Hêzên fermandariya Pêşmergeyên Zîrevaniyê qehremantiyeke din tomar kirin. Diyare piştî serkeftina operasyona 29. û 30.05.2016ê ku li bereya Xazirê 9 gund ji terorîstên DAIŞê hatin paqij kirin, diyare terorîstan xwe nekarîn li ber vê şikesta mezin bigrin û xwestin carekedin êrîş bikin û di saet 12:25 de şeva borî li gundên Muftî û Zehra xatûn û Werdekê terorîstên DAIŞê êrîş anîn ser hêzên fermandariya Pêşmergeyên Zîrevaniyê, lê bi awayeke lezgîn ji aliyê hêzên Pêşmerge ve bersiva wan hate dayîn û di demeke kurt de êrîşa wan hate têkbirin û derbeke mezin li wan hate dayîn.
Piştî şikesta wan a sê gundane de, çeteyên DAIŞê saet 04:00 serê sibê ji çend baskan ve êrîş anîn ser gundê Gezekan, lê carekedin jî xakparêzên fermandariya Zîrevaniyê bi tundî bersiva wan da, li gel şikesta yekem û duyem a terorîstan, zêdetir ji 30 termê terorîstên DAIŞê di destê hêzên fermandariya Pêşmergeyên Zîrevaniyê de mane û dervey wê jî gelek xwekujên motor sivar û du wesayîtên Hummer ên terorîstan hatine teqandin, ew ên ku sax jî mane bi ser şorî paşde vegeriyane.
Vê êrîşa berfireh a terorîstên DAIŞê de, mixabin hêzên fermandariya Pêşmergeyên Zîrevanî şehîdek û 7 birîndar dane û spas ji bo xwudêyê mezin birînên wan sivikin û ne metirsîdar in.
Silav ji berxwedanvanên hêzên fermandariya Pêşmergeyên Zîrevaniyê û rêz ji giyana pak a giştî şehîdên Kurdistanê
Ragehandina fermandariya Pêşmergeyên Zîrevaniyê
03.06.2016
Basnews
