• Saturday, 21 February 2026
logo

Rêveberiya Kerkûkê: Emê ji Iraqê cuda bin!

Rêveberiya Kerkûkê: Emê ji Iraqê cuda bin!
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand: Bi ti awayî nabe Kerkûk girêdayî Bexdayê bimîne û em dê bi pêkhateyên din ên parêzgehê re gotûbêjan derbarê du bijardeyan de bikin, ku pêwendî bi pêşeroja Kerkûkê ve hene.

Necmedîn Kerîm di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ew dê wek rêveberiya Kerkûkê kar li ser du bijardeyan bikin. Kerîm got: “Em dê du bijarde û pirsyaran pêşkêşî pêkhateyên Kerkûkê bikin. Yek ji wan dê ew be, ku gelo ligel wê yekê ne ku Kerkûk vegere ser Herêma Kurdistanê û bijardeya din jî ew e, ku gelo ew dixwazin bo heyama çend salan Kerkûk bibe herêmek serbixwe û piştre jî xelk deng bi vegera bo ser Herêma Kurdistanê bidin.”

Rayedarên Kerkûkê dibêjin, serederiyên Hikûmeta Iraqê ligel Kerkûkê, rêveberiya Kerkûkê aniye ser wê baweriyê ku biryara xwe li ser cudakirina Kerkûkê ji Iraqê bidin.

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm herwiha ji Rûdawê re dide xuyakirin: “Em dê bi pêkhateyên Kerkûkê re bi awayekê cidî gotûbjan bikin, daku her du bijardeyan bixin ber destê xelkê Kerkûkê, eger tevlî Herêma Kurdistanê bibe, lê belê em dê zêdetir li ser vê mijarê bi wan re biaxivin.”

Necmedîn Kerîm dibêje: “Ez bi hemû şiyanên xwe ve dê piştevaniyê bikim, eger ew yek jî neyê kirin, bila em (Kerkûkê) bikin herêmek serbixwe bo heyama 3 an jî 4 salan û piştre bila xelkê Kerkûkê cardin deng bidin, ka gelo dê werin ser Herêma Kurdistanê yan jî dê wek herêmek serbixwe bimînin. Lê belê bi ti awayî nabe ku (Kerkûk) girêdayî Bexdayî bimîne.”

Lê belê Partiya Demokrata Kurdistanê li dijî projeya Parêzgerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm e û daxwaza dike, ku Kerkûk vegere sr Kurdistanê.

Cuda ji projeya Necmedîn Kerîm, PDK tenê bi vegerandina Kerkûkê bo ser Kurdistanê razî dibe û jibilî wê yekê ti alternatîvên din qebûl nake û wan red dike.

Berpirsê Liqa 3 a PDKê li Kerkûkê, Mihemed Kemal derbarê çarenivîs û pêşeroja Kerkûkê de ji Rûdawê re got: “Ez ligel wê projeyê (projeya Necmedîn Kerîm) nînim, çimku bi vî awayî çarenivîsa Kerkûkê nediyar dimîne û eger ew proje pêk were, dê gelek xirab be.”

Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) jî ku niha bi Tevgera Gorranê re rêkevtin heye, her du alî xwediyê projeyekê bo pêşeroja Kerkûkê ne. YNK û Gorran bi zelalî di projeya xwe de dibêjin, ku Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye û gerek di çarçoveya vê formolê de hewla xebitîn li ser çareserkirina pirsa Kerkûkê were dan.

Her çi qas ku projeya Rêveberiya Kerkûkê deriyeke nû bo gotûbêjên navbera her sê pêkhateyên Kerkûkê vedike, daku derbarê pêşeroja wê parêzgehê de helwestên xwe nêzîkî hev bikin, lê belê heta niha her sê pêkhateyên Kurd, Ereb û Tirkmen bo Kerkûkê xwediyê 3 projeyên cuda ne, ku dîtine nêrînek hevbeş li ser pirsa çarenivîsa Kerkûkê di navbera wan de ne hêsan e.

Rudaw
Top