Li Hewlêrê hevdîtina giring
Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê îro pênşemî 2ê Hezîranê bi helkevta îmzakirina belgeya serxwebûna Amerîka di sala 1976an de, merasîmek bîranînê saz kir.
Merasîm li hotêl Rotana ya Hewlêrê pêk hat û tê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Balyozê Amerîka yê li Iraqê Stuart Jones, Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Mathias Mitman û Berpirsê Pêwedniyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, konsul û nûnerên wealtên biyanî yên li Kurdistanê û çend rayedarên din ên Başûrê Kurdistanê beşdar bûn.
Herwiha di vê merasîmê de, sekreterên du partiyên giring ên Rojhilata Kurdistanê jî amade bibûn.
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mistefa Hicrî û herwiha Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK Rojhilat) Xalid Ezîzî bi vexwandina fermî ya konsulxaneya Amerîka ya li Hewlêrê tevlî merasîmê bûn.
Rudaw
