• Saturday, 21 February 2026
logo

Tirkmenên Kerkûkê ji kurdan re merc danîn

Tirkmenên Kerkûkê ji kurdan re merc danîn
Eniya Tirkmen Îlî (Niştîmanê Tirkmanenan) daxwaza avakirina herêma serbixwe ya Kerkûkê dike û radigihîne, bila piştî asayîbûna rewşa Kerkûkê, xelkê bajêr biryar li ser çarenivîsa xwe bidin. Eniya Tirkmenî bo asayîkirina rewşa Kerkûkê jî demek 8 salî pêşniyar dike.

Serokê Eniya Tirkmen Îlî, Riyaz Sarî Kehiye di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Bi nêrîna me baş e ku Kerkûk bibe herêmek serbixwe. Pêwîst e piştre referendum li Kerkûkê bê kirin.”

Riyaz Sarî Kehiye got: “Di destpêka de pêwîst e bawerî verge navbera pêkhateyan û bajêr vegere rewşa asayî.”

Kehiye tekez dike, ku bo asayîbûna rewşa siyasî û vegeriyana baweriyê di navbera pêkhateyan de herî kêm 8 sal pêwîst e.

Serokê Eniya Tirkman Îlî amaje bi nakokiyên navbera tevgera siyasî ya Kurd û Hikûmeta Iraqê li ser Kerkûkê dike û dibêje, ji ber milmilanî û nakokiyên navbera tevgera siyasî ya Kurd û hikûmeta navendî ya li Bexdayê rewşa Kerkûkê ne asayî bûye.

Sarî Kehiye da zanîn, ku heyama zêdetir ji 60 salî ye ku Kerkûk bi rewşek nexwezayî û ne asayî re derbas dibe û hikûmetên Iraqê yên berê û bi taybet di serdema Sedam Hisên de, demografiya Kerkûkê guhertin û Kurd û Tirkmen ji Kerkûkê derxistin û Ereb li şûna wan bicih kirin.

Kehiye herwiha Kurdan jî bi dubarekirina heman siyasetên berê yên Bexdayê tohmetbar dike û îdîa dike, ku piştî sala 2003an Kurdan demografiya Kerkûkê guhertiye û nîv milyon Kurd li Kerkûkê bicih kirine.

Kehiye amaje bi pêwendiyên dîrokî yên navbera Kurd û tirkmenên Iraqê de dike û daxwaza hevbeşiyek rasteqîne di rêveberiya Kerkûkê de li Kurdan dike.


Eniya Tirkmenî ya Iraqê jî di Encumena Parêzgeha Kerkûkê de xwediyê 9 kusiyan e û bi ser du aliyên Sunnî mezheb û Şîe mezheb de dabeş bûne.

Her du aliyên Şîe û Sunne yên tirkmenan, li ser kursiyê Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê nakok in û her du alî daxwaza wê kursiyê dikin. Namzedê tikrmenên Şîe bo wergirtina kursiyê Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê, Elî Mehdî partiyên Kurdî rexne dike û berpirsatiya nakokiyên navbera tirkmenan dixe ser milê Fraksyona Biratî ya Kurdan.

Elî Mehdî ku endamê Eniya Tirkmenî ye, ji Rûdawê re da xuyakirin, ji sala 2011an ve 2 namzedên Tirkmen bo wergirtina kursiyê Serokê Encumena Parêzgehê hebûn û yek ji wan wek Serokê encumenê hat diyarkirin. Çima niha nabe ku ji du namzedan yek bibe serok.

Endamekî din ê Eniya Tirkmenî di Encumena Parêzgeha Kekrûkê de bi navê Tehsîn Kehiye jî derbarê heman mijarê de ji Rûdawê re axivî û destnîşan kir, ku pêştir ew arîşe di nav Serokatiya Eniya Tirkmenî bi xwe de hebû, lê piştre nakokî derbasî cih û saziyên din bûn.

Tehsîn Kehiye got: “Ji ber ku Serokê Encumena Parêzgeha pêştir Hesen Turhan bû û ji tirkmenên Sunne mezheb bû, pêwîst e niha jî tirkmenekî Sunnî serokatiya encumenê werbigire.”

Rudaw
Top