Du keçên Êzdî yên hatine revandin li Fellûceyê hatin rizgar kirin
Li gor beyanameyeke rêveberiya istixbarata leşkerî, ew du keçên Êzdî di operasyoneke leşkerî de, bi hemahengiya firqeya bejayî ya heştem a artêşa Iraqê û çekdarên eşîretên herêmê, li ji destên çekdarên DAIŞê hatin rizgar kirin.
Rêveberiya istixbarata leşkerî ya Iraqê ragehand, ew du keça çîroka zalimane ya çekdarên DAIŞê vegotine, ku hemû bingehên mirovî û Îslamî binpê kirine.
Wan her du keçan ji saziya istixbarata Iraqê re ragehandine, çekdarên DAIŞê bi tundî li gel wan danûstandin pêkanîne û li bazara kirîn û firotinê ya ‘’Sebaya’’ bazara wan kirine.
Basnews
