20 KM MA – YPG: Ji bajêr derkevin
Li gorî berpirsên Amerîkî ku ji Reutersê re eşkere kiriye Operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê ji destê DAIŞê, li Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û piştevaniya hêzên taybet ên Amerîkî berdewam e.
Hêzên Sûriya Demokratîk bi piştevaniya balafirên Hevpeymaniya Navdewletî pêşve diçin.
Li gor agahiyan şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê ku di nav HSDê de cihê xwe digire, êrişî çekdarên DAIŞê kirin û gundê Mistefa Hemadî bidest xistin.
HSD daxwazê ji welatiyên sivîl yên Minbicê dike, ku dûrî cihên DAIŞê li nav bajêr bikevin û herwiha alîkariya wan bikin.
Emîrê DAIŞê hat kuştin
Ji aliyê din ve Sputniknewsê li ser zarê çavkaniyê herêmê ragihand, şer li derdora Minbic û derdora bendava Tişrînê derketiye û di encamê de, fermandarekî DAIŞê hatiye kuştin û 32 çekdar jî birîndar bûne.
Herwiha hat gotin, fermandarê DAIŞê yê ku hatiye kuştin, welatiyê dewleta Tunusê ye û cenazeyaê wî li gel 32 birîndaran hatiye rakirin bo nexweşxaneya Tişrînê ya li Minbicê.
Hêzên Kurd Çileya Pêşîn a 2015ê tevî dijîtiya tund a Tirkiyê, bi hevkariya hevpeymanan Bendava Tişrînê bidest xistibûn û Çemê Feratê derbas kiribûn.
Di 22 meha 1 sala 2014 an çekdarên DAIŞê derbasî nav Minbicê bûn û ew kontrolkiribûn û heya niha jî di bin destê wan de ye.
Rudaw
