• Saturday, 21 February 2026
logo

Tirkîyê: Di şerê bakurê Kurdistanê da 6 hezar 320 avahî hatine herifandin

Tirkîyê: Di şerê bakurê Kurdistanê da 6 hezar 320 avahî hatine herifandin
Di berdewamîya şerê di navber supayê Tirkîyê û partîya karkerên Kurdistanê da, hikûmeta nû ya (Bînalî Yildirim), herfandina 6 hezar û 320 avahîyan li deverên bakurê Kurdistanê ragîhand.

Ajansa Ruyterz ji zarê hikûmeta Tirkîyê aşkere kir; ji encama şerê di navbera supayê Tirkîyê û PKKê da, 6 hezar û 320 avahî li deverên (Sûra Amedê, Silopî, Cizîrê, Şirnexê, Geverê û Colemêrgê) hatîne herifandin.

Numan Kurtuluş, cîgirê serok wezîrên Tirkîyê, di kongreyekê rojnamevî da, plana hikûmeta xwe bo dubare avakirin û nûjen kirina wan avahîyan ragîhand, xercîyên wê planê jî bi kojmê dused û not milyon dolaran xemlandîne.

Dengîr Mîr Mihemed Firat, endamê Parlemantarê HDPê, dilgranîya xwe li hemberî wê plana hikûmetê derbirî û got: dîroka Sûra Amedê û Cizîrê bi temamî hatîye ji navbirin, hikûmeta Tirkîyê jî hewl dike tawanên xwe veşêre.

War.tv
Top