Rûhanî: Me çawa Bexda parast me Hewlêr jî wisa parast
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, ku ev du roj in li eyaleta Ormiyê ya Kurdistana Rojhilat e, îro derbasî bajarê Mehabadê bû û li yarîgeha bajêr gotarek pêşkêş kir.
Rûhanî di gotara xwe de zêdetir behsa asayiş û ewlehiyê kir û got, ez ji we dipirsim gelo kurd li Îranê zêdetir bi ewle ne yan li beşên din?! Em hemû beriya nasnameya xwe ya etnîkî, îranî û misilman in.
Serokomarê Îranê behsa şerê DAIŞê û alîkariyên Îranê daye Iraq û Herêma Kurdistanê, jî kir û got, me çawa Bexda li hember DAIŞê parast me Hewlêr jî wisa parast.
Hesen Rûhanî dê li Mehabadê projeya petrokîmyayî jî bi fermî veke. Petrokîmyaya Mehabadê, piştî 14 salan, îsal xilas bû.
Basnews
