Pêşmerge derbên giran li DAIŞê didin
Cîgirê Fermandarê Tabûra Dihokê Xalid Hemzo ji Rûdaw re ragihand ku şeva borî çekdarên DAIŞê li Domîza Şingalê û li gundên Ramosiye û Kirov ku dikevin rojavayê Şingalê êrîşî Hêza Pêşmerge kirine lê êrîşa wan hat pûçkirin.
Hemzo da zanîn ku çekdarên DAIŞê bi 9 otomobîlan êrîşî eniyên Hêzên Pêşmerge kirine lê êrîşa wan ji aliyê Pêşmergeyan ve hatiye têkşîkandin û her 9 otomobîl jî hatin têkbirin û gelek kuştî û birîndarên DAIŞê di wî şerî de çêbûn.
Rudaw
