• Saturday, 21 February 2026
logo

Hêza Zîrevanî: Plana yekem a Pêşmerge bi serkeftî bi dawî bû!

Hêza Zîrevanî: Plana yekem a Pêşmerge bi serkeftî bi dawî bû!
Rêveberê ragehandina fermandariya Pêşmergeyên Zîrevanî aşkera kir, plana hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya êrîşa ser gundên Xazirê bi kontrol kirinê ve bi awayeke serkeftî bi dawî bûye.

Rêveberê ragehandina fermandariya Pêşmergeyê Zîrevanî fermandar Dilşad Mewlûd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Operasyona hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di qonaxa yekem de bi awayeke pir serkeftî bi dawî bû.’’ Herwaha got: ‘’Ew cîhên ku di plana stratejîk de bibûn armanc ji aliyê Pêşmerge ve hatine azad kirin û naha hêzên Pêşmeregeyên Kurdistanê li wan deran cih girtiye û çeper veda ne, ku carekedin ev cîhene nebin gef li ser hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.’’

Herwaha rêveberê ragehandina fermandariya Pêşmergeyên Zîrevanî ji BasNewsê re aşkera kir: ‘’Hêzên Pêşmerge di pêşerojê de wê planên azadkirina navçeyên din jî bide ber xwe. Lê ew di dema xwede bê ragehandin û ew gundên di wan du rojane de hatine azadkirin, gundên gelek mezin bûn, ku ji wan gundan DAIŞ dibû gef û êrîş ji wan deran re dikire ser hêzên Pêşmerge.’’

Duh serê sibê 29.05.2016ê hêzeke mezin ve Pêşmergeyên Kurdistanê li dijî rêxistina tund a DAIŞê li bereya Xazirê operasyonek berfireh da destpêkirin û gelek gund hatin rizgar kirin. Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê jî di beyanameyekê de aşkera kir 5500 Pêşmerge di vê operasyonê de beşdar bûne.

Basnews
Top