• Saturday, 21 February 2026
logo

Ocalan: Kurd divê berjewendîparêz be

Ocalan: Kurd divê berjewendîparêz be
Serkirdeyê berê yê PKK û şîrovekarê siyasî, Osman Ocalan got ku tevgera Kurd li Bakurê Kurdistanê divê di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi hikûmeta Tirkiyê re bide û bistîne.

Osman Ocalanê birayê rêberê PKKê, şeva Yekşemê beşdarî bernameya "Rûdawa Îro" bû.

Ocalan rexne li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) girt û wiha got:

"Pêwîst e Kurd hesabê xwe baş bike. Eger di mesela serokatiyê de, Kurd tiştek bidest bixe divê bistîne. Kurd li dijî çi derdikeve, çi qebûl dike pêwîst e li gorî berjewendiyên xwe be. Ne ku ji ber hinek aliyên Tirk li dijî derdikevin, ew jî li dijî derkeve."

Ocalan serdana Amedê ya Erdogan jî nirxand: "têde zerre çareseriya siyasî nîne û wî tenê gotinên dewleta berê dubare kirine ku Kurdan tu xêr jê nedîtiye.”

Li gel vê yekê jî Ocalan banga rawestandina şer li PKKê kir û got divê xebata siyasî bê çalaktirkirin.

Ji aliyê xwe ve, mehvanê din ê bernameya "Rûdaw Îro", Parlamentarê HDP Imam Taşçier gazinc kirin ku ji hilbijartinên par ve li Parlamentoya Tirk gelek astengî li pêşiya partiya wî têne danîn û Erdogan, li ser mijara Kurd, bi muameleya dîktatorî tohmetbar kir:

"Erdogan dixwaze hemû pirsgirêkan bixe stûye Kurdan û HDPê. Nikariye karên baş bike, sîstema demokrasiyê nemeşand û nikare nexşerêyekê ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiyê diyar bike."

Taşçier serdana Erdogan a 2005ê anî bîra bîneran ku têde Erdogan ragihandibû ku pirsa Kurd ya wî ye û soz dabû çareser bike. Taşçier rewşa îro û ya hingê da ber hev û got:

"Lêbelê wî pirsgirêkên mezintir ji bo Kurdan çêkirin."

Taşçier got: "Nêrîn û karê Erdogan wiha ye ku nabe Kurd xwedî ziman, çand û axa xwe be. Dixebite ku Kurd jêrdestî desthilat, ziman û çand Tirk bimînin."

Parlamentarê HDP ragihand ku ev yek ji aliyê Kurd ve nayê qebûlkirin û Kurd li ser mafên xwe israr dike.

Rudaw
Top