• Saturday, 21 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistanê gelek xalên bihêz ji bo geşekirinê heye

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistanê gelek xalên bihêz ji bo geşekirinê heye
Roja Duşem bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Cîgirî Serokwezîr, Cîgirê Skreterê Giştiyê Neteweyên Yekgirtî û nûnerê Banka Cîhanî li Îraqê û hijmarek wezîr û perlemantarên Herêma Kurdistanê û Îraqê û balyoz û nûnerên welatên biyanî û ajansên neteweyên yekgirtî û akademîst û pisporên navxweyî û biyanî, Pilana Refotma Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate ragihandin ku bi alîkarî û piştîvaniya Banka Cîhanî û NY û Wezareta Pilandanê û saziyên biyanî û navxweyî hatiye amedekirin.

Di rê û resmê de, piştî pêşkêş kirina hijmarek peyvan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê peyvek pêşkêş kir û zêdebarê bi xêrhatin kirina amadebûyan, bi taybetî Mesûd Barzanî ku tevî mijûlbûn bi şerê DAIŞÊ, beşdarê vê rê û resmê bûye. Her wiha rê û resma ragihandina Pilana Reforma Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hikûmet û gel û dost û alîkarên Herêma kurdistanê giring daye zanîn û pêdagirî li ser cidiyet û pêdagirtina hikûmetê kir ji bo reform û baştir kirina rewşa Herêma Kurdistanê li hemû waran.

Serokwezîr behsa sedemên qeyrana darayî kir wek qût kirina budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê û amaje bi xerciyên şerê dijî terorîstên DAIŞÊ û hebûna hijmareka zêdeya penaber û koçberên destê terrê û ji nişkave daketina nirxê petrolê kir ku hemû li dervey îrade û deshilata Herêmê bûn. Lê eva bi wate ya vê yekê nine ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li sîstema darayî û îdarî pirsgrêk nebûye, hikûmetê li ser bingeha îdariya bo demê kurt, navincî û domdirêj pilan heye û kar kiriye.

Ev yeke jî got ku riyên bilezên hikûmetê ji bo berhingar bûna krîza darayî wek hilgirtina hinek ji mûçeyan, paşxistina pirojeyên sektora giştî û weberanînê, qerkirin ji bank û kompaniyanên lokalî û biyanî, qerkirina biyanî û hin riyên din, tenê metodên bilez û nihayî ji bo berhingarbûna kirîzê bûye, ku ji bo demê domdirêj nabe çareseriya yekcarî, lewma hikûmetê pûwîstî bi nexşe rê û pilaneka reforma bingehîn ya darayî û aborî û kergêrî heye, ku li ser pîwer û bingehên zanstên navdewletî û bi alîkarî û çavdêriya aliyên têkildarên navdewletî bihê amadekirin, ku xelkê hejar û kêm dahat biparêze, ku bi cih anîna pilnan nebe sedema rûdana rewşeka dijwartir ji wan re.






Her wiha got ji bo çareser krina kirîza darayî û vedîtina jêderên din yên dahatê ji bilî petrol û gazê, hemû karekê dikin û bo vê yekê jî amaje bi pêşxistina sektorên çandiniyê, pîşesazî, geştiyarî, veguhastin û gihandin, bazirganî, weberanîn, pişkdarî kirna zêdetir ya sektora taybet, vedîtin û afrandina derfetên kar kir ku bibine cihgirê petrol û gazê. Bi gotina serokwezîr, bo vê yekê jî pilan hene û pêwîstî bi alîkariya hevbeşên Herêma Kurdistanê li ser asta saziyên navdewletî û civaka navdewletî heye.

Derbarê qonaxên berhingarbûna vê qeyranê jî, amaje bi vê yekê da ku di qonaxa yekem de, Banka Cîhanî bi awayekê zanistî gelek alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye ji bo amade kirina vê pilanê. Di qonaxa duyem de jî ji bo alîkarî û bi cih anîna vê pilanê çavrêya Banka Cîhanî û saziyên navdewletî dikin ku alîkariyên teknîkî pêşkêşê hikûmetê bikin.

Derbarê gavên hikûmetê li çarçoveya pilan reformê xuyakir hikûmetê hin pêngav havêştiye ku bûye sedema balkişan û destxweşiya damezrawên navdewletî yên têkildar, wek kêmkirina xercî, zêdekirina dahat, qûtkirin û kêmkirina piştîvaniay darayî ya giştî ji bo sektora elekterîkê, misogerkirina şefafiyeta zêdetir li pirsa dahat û xerciyan, anîna aliyên navdewletî ji bo çavdêrî kirina dahat û xerciyan û hin metodên din, lê hêj kêm in û têra nikin û Herêma Kurdistanê pêwîstiyeka mezin bi cî bi cîkirina reformên gişt alî heye.

Serokwezîr her wiha baştir kirina rewşa îdarî bi taybetî kargêriya darayî bi xaleka din ya pilana reformê daye zanîn û xuyakir divê pêdaçûn bi sîstemê kargêrî ya darayî ya hikûmetê û metodê karkrina bankên kertê taybet bihê kirin û sîstema bankiya Herêma Kurdistanê bigehe asta pîwerên cîhanî ku û bank bikarin bibine palpişta kar û çalakiyên sektora taybet, ji ber ku li Herêma Kurdistanê pişt bestina sektora taybet bi bank lawaz e û divê têgihiştin ji bo karê bank û bankdariyê bihê guhertin, ku bi vê awayê, Herêma kurdistanê dikare xwe ji qeyrana darayê rizgar bike û bi awayekê li ser xwe aboriya xwe parseng bike û bigehîne ser riya geşekirineka berdewam, ku ji bo vê yekê jî hikûmetê pîwîstî bi du pisrên serekî heye ku pêkhatine ji têkilbûn û guncandin û seqmgîrkirina darayî, tevî danan straktora geşe kirineka giştgîr û berdewam, ku di qonaxa domdirêj û navincî seqamgîrî û bawerî bi budce zêdetir bibe.

Her wiha behsa xalên bi hêzên Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî jêderên mezin yên petrol û gaze, zeviyên bi berhemên çandinê, hijmara ciwanan, cugrafiya ya kurdistanê ku dikeve ser riya bazirganiyê, hikûmeteka pêdagîr li ser reform, civakeka alîkar ki amade ye û dixwaze alîkar be, hebûna morala karkirinê, asayiş û seqmgîrî ku ji bo kar û weberanînê pêwîst in. Evane hemû xalên bihêzên Herêma kurdistanê ne ku dikare gelek bi başî bi kar bihên û dost û saziyên navdewletî di vî warî de alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.

Li dawiya axaftina xwe, Serokwezîr kompaniya yên navdewletî piştrast kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendê sozên darayî ye. Her wiha spasiya serokên welatên G7 kir ku sê rojan berî niha li Tokyo ya paytextê Japonê xuyakirin: Herêma Kurdistanê ji wan alîkariyan sûdmend dibe ku pûşkêkşê Îraqê dihên kirin. Spasiya Hoşyar Zêbarî Wezîrê Darayî ya Îraqê kir ku berdewam digel wan li ser hêl bûye ji bo pirsa dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji wan deynên ku Îraq werdigire. Ev yeke jî got ku li dema 10 salên borî Herêma kurdistanê mil bi milê deverên din yên Îraqê beşdarê vegerandina milyaran dolaran li deynên rejîma berê ya Îraqê bûye, di demekê de ku Herêma Kurdistanê bi xwe qurbaniyê destê rejîma berê bûye.

Her wiha daxwaz kir Hikmeta Îraqê pişka Herêma Kurdistanê ji wan deynan bide ku ji Banka Cîhanî û Sindûqa Navdewletiya Dirav werdigire ku digeha asta 15 milyar dolaran. Ev yeke jî got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek herdem li ser vê bawerê ye û dixwaze pirsgirêkên tevî Bexdayê bi riya diyalog û ji hev têgihiştinê çareser bike û her wiha hêviya çareserkirin û dawî anîn bi aloziyên siyasî yên Îraqê jî xwest.

Serokwezîr behî û sersaxî ji malbatên şehîdên destê terorê kir, bi taybetî ewên ku li operasiyona vê dawiyê ya rizgarkirina gondên devera Xazir şehîd bûne.
Top