ŞIRNEX – Yek polîs û yek leşker…
Bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê ku zêdetirî 2 meh û nîv e operasyon lê berdewam in û ji aliyê artêş û polîsên Tirkiyê ve tê bombebaran kirin. Li bajêr gelek avahî hatine rûxandin.
Li taxa Bahçelievlerê îro sibê polîsekî tevgera taybet bi giranî birîndar bû.
Polîs birîndar rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Şirnexê, li wir jiyana xwe ji dest da.
Li bajêr şer di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û hêzên dewleta Tirkiyê de berdewam e.
Li Qilaban pevçûn
Li navçeya Qilabana Şirnexê duh şev di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirkiyê de li ser sînorê Başûrê Kurdistanê pevçûn derket.
Di encama pevçûnê de leşkerek hat kuştin.
Operasyona asmanî
Ji aliyê din ve balafirên şerî yên Artêşa Tirkiyê êrişî kampên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê kirin û çend cih li nav sînorê Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.
Li gor daxuyaniya Hêzên Çekdarî yên Tirkiyê, balafirên şerî yên wan li herêma Metînana Başûrê Kurdistanê 5 cihên PKKê rûxandine.
Rudaw
