• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Bexdayê 3 teqîn

Li Bexdayê 3 teqîn
Di encama sê teqînên li Bexdaya paytextê Iraqê de herî kêm 11 kes mirin û 18 kesên din birîndar bûn.

Êrîş li navçeyên Tarmiye, Şe'b ku dikevine bakurê bajarê Bexdayê û li bajarokê Sedr pêk hatin.

Teqîna li Sedrê bi motosiklêtekî pêk hatiyê ku yê diajot xwe teqandiye.

Êrîşên Bexdayê di demekê de tê ku Artêşa Iraqê û milîsên Şîe li dijî rêxistina DAIŞê operasyona Fellûceyê dimeşînin.

Bajarên Iraqî yên piranî Şîe ji serdema şerê mezhebî yê sala 2006ê ve dibine armanca êrîşên rêxistinên sunne yên wekî elQaîde û DAIŞê.

Rudaw
Top