• Saturday, 21 February 2026
logo

Komek komandoyên Amerîkî li nêzîkî Hewlêrê bicîh bûn

Komek komandoyên Amerîkî li nêzîkî Hewlêrê bicîh bûn
Hat zanîn ku hêzeke taybet a artêşa Amerîka, ji bo alîkarîkirina Pêşmerge di şerê DAIŞê de, li gundekî nêzîkî Hewlêrê bicîh bûye.

Fermandeyê Pêşmerge li eniya Guwêrê, Hesen Xala Hesen, ji BasNewsê re eşkere kir ku komek komandoyên amerîkî bi çekên pêşketî li gundê Ebû Şîte li devera Guwêrê ya Kurdistana Başûr, ku nêzîkî paytext Hewlêrê ye, hatine bicîhkirin.

Wî fermandeyê Pêşmerge li ser armanca bicîhbûna wê hêza amerîkî jî got, çekdarên DAIŞê êrişek berfireh kiribûn ser eniya Guwêrê. Li gorî agahiyan, cardin dixwazin êriş bikin lewma ew tîma amerîkî ji bo piştevaniya Pêşmerge li wê derê bicîh bûye.

Çekdarên DAIŞê derengiya şeva borî êrişî çeperên Pêşmerge yên li eniya Guwêrê kiribûn lê êrişa wan hatibû şikandin û 19 kuştiyên wan jî li erdê mabûn.

Basnews

Top