CEK: Ev operasiyon amadekariye bo operasiyona Mûsilê
Îro civata ewlekariya Kurdistanê derbarê operasiyona hêzên pêşmerge ya li Xazirê a li dijî terorîstên DIŞIê daxuyaniyek weşand û eşkere kir ku ev operasiyona ku îro li mihwera Xazirê bi Fermandariya Serok Barzanî hatiye destpêkirin beşeke ji amadekariyên heyî yên bo destpê kirina operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DIŞIê.
CEK herwiha eşkere kiriye ku ev operasiyona han bi hevkarî û piştgîriya balefirên ser bi hevpeymaniya cîhanî birêve diçe û hêzên pêşmerge pêşreviyeke gelek baş kirine û heta niha çendîn gund û deverên curbicur ji destê terorîstên DIŞIê azad kirine.
CEK herwiha eşkere dike ku di operasiyona han de yaku ji aliyê Serok Barzanî vet ê Fermandarî kirin 5 hezar û 500 pêşmerge beşdarin û heta niha gunda herî girîng û steratejîk ya li deverê ku bi gundê Muftî tê nasîn hatiye azadkirin.
