• Saturday, 21 February 2026
logo

PKKê 2 tankên Artêşa Tirkiyê têk birin; 43 leşker hatin kuştin

PKKê 2 tankên Artêşa Tirkiyê têk birin; 43 leşker hatin kuştin
PKKê ragihand, gerîllayan li Şirnexê êrişî leşkerên Tirkiyê kirin û 2 tankên Artêşa Tirkiyê têk birin. PKKê da xuyakirin, li Amed û Bedlîsê jî gerîllayan êrişî leşkeran kirin û di encamê de bi giştî 43 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

Hêzên Parastina Gel (HPG), baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) îro di daxuyaniyekê de ragihand, ku gerîllayên wan li devera Qilaban a Şirnexê, li navçeya Lice ya Amedê û herwiha li Bedlîsê li dijî leşkerên Tirkiyê çalakî pêk anîne.

HPGê da xuyakirin, duh roja 28ê Gulanê piştî nîvro gerîllayên wan li navçeya Qilaban a girêdayî Şirnexê êrişî leşkerên Tirkiyê kirin. HPGê got, di êrişê de, gerîllayan 2 tankên Artêşa Tirkiyê û herwiha 3 bêlên mekanîkî (kepçe) têk birin û îdia kir, ku 40 leşkerên Tirkiyê di wê êrişê de hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya HPGê, gerîllayên PKKê di heman rojê de herwiha li navçeya Lice ya Amedê jî êrişî qereqoleke cendirmeyên Tirkiyê kirin û di encama vê êrişê de jî 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û leşkerek jî birîndar kirin.

HPGê tekez kir, ku di 28ê Gulanê de gerîllayên wan li hemberî Qereqola Şêx Cûma ya Bedlîsê jî çalakiyek pêk anîn. HPGê da zanîn, ku di çalakiya li Bedlîsê de jî leşkerek hat kuştin.

Rudaw
Top