XAZIR - Pêşveçûna Hêzên Pêşmerge berdewam e
Çavkaniyeke ji hêzên Pêşmerge li Eniya Xazir, ji Rûdawê re ragihand ku ber bi sibeya îro yekşemê pêşveçûna hêzên Pêşmerge ya ji çend aliyan ve destpê kiriye û li gundên Werdek, Muftiyê û Til-Eswedê şerekî giran derketiye û ew şer hê jî berdewam e.
Wê çavkaniyê bal kişande ser wê yekê jî ku beriya pêşveçûna hêzên Pêşmerge yên li wê eniyê, balafirên şer ên hevpeymanan bi awayekî dijwar çekdarên DAIŞê bordûman kirine.
Gundê Muftiyê hat kontrolkirin
Peyamnêrê Rûdawê li Eniya Xazir got, Hêzên Pêşmerge ber pêşve çûne û gundê Muftiye kontrol kirin.
Heya niha jî di wan şeran de ti ziyanek negihîştiye hêzên Pêşmerge, lê çekdarên DAIŞê zirarekî mezin dîtine.
Ji aliyekî din ve hat diyarkirin ku ji ber giranbûna şer û dijwariya wê, hejmara kuştî û birîndarên DAIŞê nehatine zanîn.
Rudaw
