Barzanî peyamek arasteyî kongreya 7ê ya Yekgirtuya Îslamî kir
Mesûd Barzanî di wê peyamê da dîyar kir, niha gelê Kurd di qonaxeka nazik da derbaz dibe û delîveyeka mezin û êrîş û tehdît li pêşîyê ne, sereray hindê jî; hêzên pêşmerge bi xuna xwe parêzgarîyê li ax û kerameta Kurdistanê dikin.
Barzanî got: bila hêz û şîyanên partî û alîyan jî; mifayê ji van delîveyan werbigrin û bo berjewendîya gelê Kurd bi kar bînin ew jî li pênavê bi destve anîna dîyar kirina mafê çarenvîsaz û serbxweya gelê me.
Dupat kir jî, di proseya sîyasî ya Kurdistanê da, yekgirtûya îslamî rolekê hevseng gêraye, digel vê çendê jî dikare rolekê karîger hebe di rûbrûbûna tundrewîyê û şerê hizrî yê terorîstan da.
War.tv
