Demirtaş: Hîtler jî parêzbendî ji ser parlementerên rêkber rakir
Di dema ku wî serdana baregehê HDPê li bajarê Betlîs kir û jibo alîgirên xwe axifî, Demirtaş wek hemû caran rexneyên tund li Recep Tayyip Erdoğan kirin.
Demirtaş amaje bi wê yekê kir ku, durişma Yek Milet, Yek Ala, Yek Dewlet û Yek ziman durişmê Hiter bû û niha Erdogan bikar tîne. Diyare wî bi tenê pirtûka Xebata Min a Hîtler xwendiye.
Dermirtaş rexneyên xwe tûjtir dike û dibêje : “Te hedemê gotiye ez di riya Pêxemberê Isalê de dimeşim, lê ev yek ne raste, te riya Hîtler girtiye, lê em nizanin aya çarenivîsa te jî wê wek ya Hîtler be? Ev wê piştre bê diyar kirin.
Di beşekî din de ji axaftina xwe dibêje: “Niha cenga cîhanî ya sêyem serî hildaye, welatên cîhanê jibo parastina berjewendiyên xwe şerê xwe li rojhilata nvîn birêve dibin, bêhtirê şer jî ketiye Sûriyê, lêbelê Tirkiyê dixwaze bi destê xwe mala xwe xirbike û perçe bibe, xerabkirina bajarên Nisbîn, Silûpî, û Şirnaxê dibe sedema wê yekê ku hemwelatî ji hev cuda bibin.
Demirtaş dûbare behsa Hîtler dike û dibêje di sala 1930 de hilbijartin li elmaniya bûn, lê partiya Hîtler nikarîbû bi tena xwe hikûmetê pêkbîne, lewma Elmanya ber bi hilbijartinên pêşwext ve bir wek tiştê ku li tirkiyê 7 Hizêranê bû.
Herwiha amje bi wê yekê jî daye ku Hîtler jî parêzbendî ji ser rêkberên xwe di parlemen de rakir, heman tiştê ku niha Recep Tayyip Erdoğan dike.
Demirtaş dipirse: Aya tiştê ku berê bûye dûbare dibe? Aya Tirkiyê sûde ji ezmûna Hîtler kiriye li sere w tiştê ku niha cîbicî dike.? حd li Serokomarê Tirkiyê Raceb Tkiyê Raceb Tayb Ebimînin., jiber tiştek li ser wî nebû, lêbelê Sînan û 5 kesên din hatine zindan
Basnews
