• Saturday, 21 February 2026
logo

Li bereyên şerê Reqa, Jinek Kurd serkirdeya 15 hezar şervan dike

Li bereyên şerê Reqa, Jinek Kurd serkirdeya 15 hezar şervan dike
Rojnameya Times a Brîtanî di raportekê de behsa jinek Kurd dike, ew jin fermandeya bereyekî fireh a şer li dijî DAIŞê dike.

Ew fermandeya Kurd niha fermandeya girûpek mezin ji çengawerên Kurd û Ereb e, hejmara wan çengaweran bêhtire ji 15 hezar kesî û hêzek Amerîkî taybet jî piştevaniya wan dike.

Navê fermandeya Kurd li gorî ku Times belav kiriye Rojda Fîlat e, di bin bandora ramanên Bismark, Napilyon û Selahedînê Eyûbî de şer û xebatê dike û ev maweyê 3 salin şer li dijî çekdarên DAIŞê dike.

Rojda dibêje: “armanca min rizgar kirina jinên kur û sûrî ne ji pirensîpên kevin ên civatê herwiha rizgar kirina Sûriyê ji terorê.”

Ew jina Kurd wek nimûneyekî bilin ji aliyê havalên wê jin vet ê dîtin ku şer li dijî çekdarên DAIŞê dikin, wek wek Arîn Markîn ku berê têkeve dest çekdarên DAIŞê xwe teqand.”

Yek ji hevalên Rojda dibêje: “Bêhtirê jinan soz dane ku ew dê şer li dijî DAIŞ bikin heta dawî henase û dilopa xwînê di laşê wan de.”

Li gorî hin zaniyariyan nêzîkî 10 hezar jinên kurd di nav şervanên ku şerê DAIŞê dikin hene, beşek ji wan ligel şervanên mêrin û beşek jî cuda ne.

Basnews
Top