• Saturday, 21 February 2026
logo

Amnesty Tirkiye mafên Kurdan bipê dike

Amnesty Tirkiye mafên Kurdan bipê dike

Sekreterê Giştî ya Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty) Salil Shetty dibêje, Ewrupa, jibo çareserîya kêşeya cîhanî ya penaberan, çavê xwe ji pirsgirêkên hindurê Tirkîyê re girtin.

Shetty ku jibo Hilcivîna Mirovahî ya Cîhanê çûbû Stenbolê, da zanîn ku Ewrupa dixwaze kêşeya penaberan bi rêya Tirkîyê çareser bike.

“Ewrupa dixwaze kêşeya penaberan taybetî ji ser Tirkîyê çareser bike. Jiber ku ji Tirkîyê daxwaza wan heye, Ewrupî, tevî îmzakirina peymana penaberan, xwe ji binpêkirinên mafên mirovan li Tirkîyê dûr dixin.”

Shetty rexneyên xwe domandin ku Ewrupî li ser mafên mirovan ne ji dil in.

“Ewrupî li ser mafên mirovna tim dersan didin cîhanê, lê dema rewşeke wiha derket holê ku rastbûna xwe nîşan bidin, mixabin serketî nebûn û nirxên xwe binpê kirin.
Top