Amerîka: YPG û PKK ne yek in!
Înê, di brifîngeke rojane de Toner bersiv da berteka Tirkiyê û got: "Heta niha em gelekî aşkera bûne ku YPG ne têkildarî PKKê ye ku me wekî rêxistineke terorê ya biyanî nasandiye. Berevajî vê, em bawer in YPG şerekî baş li dijî DAIŞê dike. Em dê berdewam bin li şêwirmendî û piştgiriya li wan."
Lêbelê li ser pirseke din, li gorî rûnivîsa brifîngê ku li ser malpera wezaretê hatiye weşandin, Toner got: "Ez nikarim yekcar bibêjim ku peywendiyên wan [PKK û YPG] nînin. Lê wekî me berê bi zelalî gotî, YPG ji PKKê cihê ye û ji hêla erdnîgarî ve li devereke cihê ye. Li dijî DAIŞê hêzeke gelekî karîger e."
Armayên YPGê
Pêr wêne derketibûn ku hinek ji hêzên taybet ên Amerîkî ku ji aliyê Serok Barack Obama ve li Rojavayê Kurdistanê hatine erkdarkirin, bi armayên YPG û YPJ li ser mil, beşdarî Operasyona Bakurê Reqqayê dibin.
Toner red kir ku di navbera welatê wî û Tirkiyê de ji ber hevkariya hêzên Kurd û Amerîkî krîzek hebe û diyar kir ku "tunekirina DAIŞê armanca me hemûyan e."
Wezîrê Derve yê Tirk, Mevlut Cavusoglu, ji ber armayên YPG û YPJê li ser milê hêzên taybet, Amerîka bi "durûtî" tohmetbar kiribû û gotibû "bila hêzên Amerîkî armayên DAIŞê û Boko Heramê jî li xwe bikin."
Aliyê Amerîkî pêşî bergirî li armayan kir.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Peter Cook got berê jî leşkerên wan armên hevalbendên xwe bi kar anîne.
Warren: Gavên pêwîst hatin avêtin
Ji aliyê xwe ve, berdevkê operasyona Amerîkî ya dijî DAIŞê, Steve Warren li ser Twitterê got: "Hêzên taybetê pirrê caran armayên hêzên hevalvend wekî remzeke hevkariyê li xwe dikin."
Dûvre Warren di brifîngeke Pentagonê de ji rojnamevanan re got: "Girêdana wan armên YPGê li derveyî agahiyan berpirsan bû û tiştekî neguncaw bû. Jibo sererastkirinê, gavên pêwîst hatin avêtin."
Meha Nîsanê Wezîrê Parastinê yê Amerîkî, Ashton Carter jî li pêşiya Kongreyê qebûl kiribû ku PKK û YPG têkildar in.
YPG û hêzên leşkerî yên Amerîkî ji dema şerê Kobanî ve li dijî DAIŞê hevkar in.
Rudaw
