• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî: Em li ser refrandomê biîsrarin

Serok Barzanî: Em li ser refrandomê biîsrarin
Serokê Kurdistanê dibêje Kurd nabin beşek ji kêşeyên Îraqê.

Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di hevdîtineke de li gel kanala BBC ya Berîtanî diyar kir ku me gelek hewldan bo ku Îraq bi awayekî yekgirtî bimîne lêbelê aliyên Îraqî Îraq têkdan.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku ji roja damezrandina dewleta nû ya Îraqê heta îro Kurd hertim hevkar bûye bo bi yekparçe hêştina Îraqê lêbelê hinek aliyan ew prosesa han lawaz kir û têkbir.

Derbarê refrandom û serbixweyiya Kurdistanê de jî Serok Barzanî bersifa pirsekî daye û diyar kiriye ku Em li ser refrandoma serbixweyiya Kurdistanê biîsrarin jiber ku serbixweyî xweziyeke gelek dîrokî ya gelê Kurde û niha dem dema bidest anîna ew xweziya han ya dîrokiye.

Serok Barzanî herwiha tekez li ser vê yekê kiriye ku Kurd ti carî naxwaze bibe bargiranî li ser milê ti aliyekî û Kurd hertim beşek bûye ji çareseriya kêşeyan û ti carî Kurd nebûye kêşe.
Top