Du partiyên Bakûrî bûn yek: Her du jî doza federalîzmê dikin
Duh (27ê Gulanê) li bajarê Amedê yê Kurdistana Bakûr, her du partiyên Kurdistanî, TKDP û KADEP di merasimeke fermî de bûn yek.
Serokê TKDPê Mehmet Emîn Kardaş di merasima yekgirtina her du partiyan de axaftinek kir û got ku deriyê TKDPê ji gelê Kurdistanê yê ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşe re vekiriye.
Kardaş di dewama axaftina xwe de got ku partiyên Kurdistanî wê bi yekitiyê mezin bibin û diyarkir ku divê gelê Kurdistanê geşedanên li Herêma Kurdistanê ji nêz ve bişopîne û bal kişand ser referandoma serxwebûna Kurdistanê û daxwaza piştgiriya ji bo referandomê kir.
Kardaş di dirêjiya axaftina xwe de ragihand ku wan bi KADEPê re biryara yekgirtinê wergirtine û wiha axivî: “Emê bi vê yekitiyê mezintir bibin û bihêz bibin. Bernameya me ya partiyê, bernameya hemû dildarên Kurdistanê ye. Emê bi hevre doza Kurdistanê bimeşînin.”
Ji her çar parçeyên Kurdistanê siyasetmedar beşdarî civîna yekgirtina herdu partiyan bûn. Ji Herêma Kurdistanê, Berpirsê Karên Navxweyî yê PDKê û Parlamenterê Iraqê Ehmed Kanî, Endamê Polîtburoya PDKê Elî Ewnî, kurê Qazî Mihemed, ku di heman demê de Sekreterê Giştî yê Partiya Azadya Kurdistanê (PAK) ye Elî Qazî, ji Rojava Endamê ENKSê Ebdulsetar Temo, Serokê Partiya Sosoyalîst a Kurdistanê Mesûd Tek, Serokê PAKURDê Îbrahîm Xelîl Baran, Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Sitkî Zîlan, rêveberên PAK, HAK-PAR, OSP (Partiya Azadî û Sosyalîzmê), Nivîskar Îbrahim Guçlu, Hunermend Nilûfer Akbal û Beytocan cihê xwe yê di resepsiyonê de girtin.
Berpirsê Karên Navxweyî yê PDKê Ehmed Kanî jî di merasimê de axaftinek pêşkêş kir û rêveberên KADEP û TKDPê pîroz kir. Kanî got ku vê biryara yekgirtina herdu partiyên Kurdistanî ew gelek kêfxweş kiriye û ragihand ku pêdiviya kurdan ji her demê zêdetir bi yekitiyê heye.
Kanî balkişand ser geşedanên li Herêma Kurdistnê jî û wiha axivî: “Şerê me yê bi DAIŞê re didome. Ji hêla din ve amadekariyên ji bo referandoma serxwebûnê jî didomin. Kurd wê çarenûsa xwe diyar bikin. Divê hûn jî piştgiriyê bidin. Divê kurd hemû ji bo serxwebûna Kurdistanê seferber bibin.”
TKDP meha Çile ya sala 2014ê hatibû avakirin, KADEP jî sala 2006ê ji aliyê parlamenterê wefatkirî yê Amedê Şerafedîn Elçî ve hatibû avakirin. Her du partî jî di wê baweriyê de ne pirsgirêka kurd li Tirkiyê bi sîstema federalîzmê çareser dibe.
Basnews
