• Saturday, 21 February 2026
logo

Muslim: Erdogan bi îzna Xwedê...

Muslim: Erdogan bi îzna Xwedê...
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslum got, bi îzna Xwedê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji ber leşkerên amerîkî yên bi armaya YPGê aciz bibe.

Çend wêneyên leşkerên Amerîka yên li Rojavayê Kurdistanê bi armayên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser kincên wan ên leşkerî di medyayên cîhanê de belav bûn.

Dîmenên leşkerên Amerîka yên bi armên YPGê bû sedema nîqaşan.

Rojnamevanê holendî Wladimir van Wilgenburg, li ser hesabê xwe yê Twitterê, wêneyekî xwe bi Salih Muslim re belav kir û got: "Gava ji Salih Muslimî hat pirsîn gelo Erdogan dê aciz bibe ku leşkerên amerîka bi logoya YPGê bibîne?"

Wladimir van Wilgenburg diyar kir ku Muslim gotiye:”înşellej aciz bibe.”

Çavuşoglu: Nayê qebûlkirin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê dîmenan leşkerên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê bi armên YPGê de got, ew yek nayê qebûl kirin.

Çavuşoglu wiha got: "Bikaranîna armaya PYDyê ya leşkerên Amerîkayê ku hevpeymanê me ye û di têkoşîna dijî terorê da xwedî îdia ye tu carê neyê qebûlkirin."

Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku wan bertekên xwe nîşana Amerîkayê dane û wiha got got: “Bikaranîna armaya PYDyê ya leşkerên Amerîkayê ku hevpeymanê me ye û di têkoşîna dijî terorê da xwedî îdia ye tu carê neyê qebûlkirin Ev du standirtî ye û durûtî ye.”

Rudaw
Top