• Saturday, 21 February 2026
logo

PKKê bi qenasê êrişî leşkeran kir

PKKê bi qenasê êrişî leşkeran kir
Li parêzeha Dêrsimê di navbera gerîllayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket.

Peyamnêrê Rûdawê li Dêrsimê ragihand, duh gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li navçeya Pilûr a girêdayî Dêrsimê êrişî leşkerên Tirkiyê kirin.

Li gorî agahiyan, gerîllayên PKKê êrişî qereqola leşkerên Tirkiyê ya li gundê Kuşlûca ya li navçeya Pilûrê kirin û di navbera her du aliyan de pevçûn derket.

Ajansa nûçeyan a Dogan (DHA) jî ragihand, ku gerîllayên PKKê bi çekên qenas gulle avêtin qereqola leşkeran.

Di encama êrişê de 2 leşker birîndar birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê ya Xarpêtê.

Hat zanîn, ji ber giraniya birînê, yek ji leşkeran jiyana xwe ji dest da.

Piştî êrişê operasyona leşkerên Tirkiyê bi piştgiriya helîkopterên cengî dest pê kir.

Rudaw
Top