Partî: Dupatî li rêxistina nav mala Kurdî dikin
Partî di wê peyamê da ku bi helkefta yada şoreşa Gulanê belav kirîye têda gotîye:şoreşa Gulanê jîyana yek rêzî û hevsengerîya gelê Kurdistanê berçav kir heta ku pêk anîna bereyê Kurdistanî ku bûye dînemoya serhildana 1991.
Divê peyamê da mekteba sîyasî ya partî amaje bi wê yekê kir, ku niha delîveyeka mezin bo gelê Kurd hatîye pêş û vê çendê jî pêdvî bi yek rêzî û yek helwestîyê heye bo serkevtina yekcarî li ser şerê çarenivîsaz û pêngavan berbi proseya referandomê bavêjîn û biryarê li ser dahatîyê xwe bidin.
War.tv
