• Saturday, 21 February 2026
logo

PYD: Reqa dê bibe beşek ji 'Rojava û Bakûrê Sûriyê'

PYD: Reqa dê bibe beşek ji 'Rojava û Bakûrê Sûriyê'
Partiya Yektiya Demokratîk (PYD) ragihand, herêma Reqayê ya Sûriyê, piştî ku ji destê DAIŞê hat derxistin, dê bibe beşek ji “Federalîzma Rojava û Bakûrê Sûriyê”.

Operasyona rizgarkirina herêma Reqayê ya Sûriyê roja 24ê Gulana îsal, ji aliyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve û bi piştevaniya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê dest pê kir û heta niha jî didome.

Li ser çarenivîsa Reqayê, nûnerê PYDê li Herêma Kurdistanê Xerîb Hiso ji K24 re got, piştî ku Reqa ji destê DAIŞê hat derxistin dê bibe beşek ji sîstema federal a Rojava û Bakûrê Sûriyê.

Xerîb Hiso li ser operasyona Reqayê jî got, şervanên HSDê şerekî xurt dikin û pêşde diçin.

Berdevkê HSDê Telal Silo jî beriya niha gotibû, dema me Reqa rizgar kir emê radestî rêveberiya sivîl bikin.

PYD û partiyên nêzîkî wê, meha Adara îsal sîstemek bi navê “Federalîzma Rojava û Bakûrê Sûriyê” ragihandibûn lê heta niha ev pêngava PYDê ji aliyê ti hêz û saziyeke navdewletî û herêmî ve nehatiye qebûlkirin.

Basnews
Top