• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Nisêbînê YPS xwe ji navçeya bajêr vekişand

Li Nisêbînê YPS xwe ji navçeya bajêr vekişand
Li gor ajansekî nêzikê PKKyê Kordînasyona YPSyê ragihandiye ku, wan ji 25ê Gûlanê ve hemû hêzên xwe ji navçeya Nisêbînê vekişandine û endamên YPSyê gihiştine cihên xwe yên pêwîst.

YPS da zanîn ku, ji ber ku li navçeya Nisêbînê çekdarên wan nemaye, êdî hinceta şerî jî nemaye. Lewma her guleyê ku, ji aliyê dewletê ve were bikaranîn divê were zanîn ku, li hemberî sivîlan tên bikaranîn.

Berî du rojan, li navçeya Nisêbînê 25 endamên YPSyê radestê hêzên ewlekariyê bûbûn. Herwiha ji 14ê Adarê ve derketina derva qedexe ye û nav bera hêzên dewletê û YPSyê de pevçûnên mezin çêbibûn. Di encamê de ji her du aliyan ji hezarî zêdetir kes canê xwe ji dest dane.

K24
Top