• Saturday, 21 February 2026
logo

Ji bo vegera Bexdayê du daxwaz ji Ebadî wê bên kirin

Ji bo vegera Bexdayê du daxwaz ji Ebadî wê bên kirin
Serokê fraksiyonên kurd li encûmena nûnerên Iraqê, mercên wan ên vegera Bexdayê hene û yek ji wan mercane jî parastina giyanî ya ji gefên xwepêşanderan e.

Parlamenterê Komela Îslamî Kurdistanê li encûmena nûnerên Iraqê Zana Seîd Rostayî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Serokê fraksiyonên kurd li encûmena nûnerên Iraqê daxwaz kirine ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bibînin.’’ Herwaha got: ‘’Kurd bi du mercan vedigere Bexdayê. Ev her du merce wê ji Ebadî re bê pêşkêş kirin. Yekem parastina giyana parlamenterane ji gefên xwepêşanderan. Ya duyem jî Ebadî divê daxuyaniyekê li ser gohertinên kabîneya hikûmetê û beşa kurd bide.’’herwaha diyar kir, biryare serokê fraksiyonên kurd û Ebadî bicivin.

Basnews
Top