Şêx Şamo: Yûsif Mihemed dixwaze fitneyê dinav Kurdên Êzidî de çêbike
Şêx Şamo ji BasNews re ragehand: “Kurdên Êzidî ji axaftinên Yûsif Mihemed ku bi nave Serokê Parleman gotine gelekî tore ne, armanca wê pêxistina agirê fitneyê ye dinavbera Kurdên Êzidî û serkirdeyên wan de, lêbelê Êzidî hişiyarî vê yekê ne û dizanin kî dilsoz û xemxwarê wan e.”
Navborî herwiha got: “Ez ji Yûsif Mihemed dipirsim, aya wî berî kareseta Şengalê di jiyana xwe de serdana Şengalê kiribû? Berovajî, Yûsif Mihemed û firekesyona xwe hemû di dema ku di posta Serokê Parleman debû bi erdewamî dijî mafê Kurdên Êzidî bû, bi delîlê ku hejmarek ji parlementaran li ser pênasîna kareseta Şengalê wek Cînosayd, lêbelê Yûsif mihemed bi hincetên cuda xwe ji vê mijarê dûr dixistin û heta niha jî rezamendî li ser nedaye.”
Şêx ŞAmo herwiha got: “Heger ne ji Serokatiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê ba niha mezintirîn kareset bi sere Kurdên ÊZidî dihat li ser destê Çekdarên DAIŞê, lêbelê Pêşmerge û Serokatiya Herêma Kurdistanê Kurdên Êzidî rizgar kirin.”
Ji aliyekî din ve navborî got: “Ji dema ku Yûsif Mihemed ji posta xwe hatiye dûrxistin ew hewlên xwe dide ku kareseta Kurdên Êzidî bikarbîne jibo armanc û berjewendiyên xwe, ez wek nûnerê Kurdên Êzidî di parlemena Kurdistanê de dibim şahid ku Yûsif Mihemed di jiyana xwe de ti carî alîkariya Kurdên Êzidî nekirye.”
Doh 24 Gulanê Yûsif Mihemed çend daxuyanî ji ajansa Novostî ya rûsî re dan û mîdiya Erebî daxuyaniyên wî bikar anîne jibo xirab kirina nave Pêşmerge, bitaybet ew dezgehên ku dilsozê çekdarên DAIŞê ne.
Basnews
