• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir
Roja çarşem 25.05.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank Baker Balyozê Brîtanya li Iraq û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de rewşa meydanî ya bereyên şerê dijî terorîstên Da'îş li parêzgehên Iraqê û serkeftinên hêzên Iraqî hate nirxandin. Li beşekî dinê civînê de di derbarê proseya siyasî ya Iraqê û rûdan û pêşhatên dawî ya li nav Parlemena Iraqê û peywendiya di navbera hêzên siyasiyan de danustandina bîr û ramanan kirin û her dû alî nêrînên xwe yên li ser qeyrana siyasiya Iraqê û sedemên qeyranê xistinrû.



Top