• Saturday, 21 February 2026
logo

ENKS ligel şandeka Wezareta Derve ya Nerwicê re civiya

ENKS ligel şandeka Wezareta Derve ya Nerwicê re civiya
Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) pirsa vegerandina Pêşmeregyên Roj û kirîza Sûriyê bi şandeka wezareta Derve ya Norwêcê re gotubêjkir.

Duh, şandeke ji Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) bi Serokatiya Ibrahîm Biro bi Rêvebera giştî ya Wezareta Derve ya Norwêcê û çend perlemanterên wî welatî ligel çand karmendên Wezareta Derve ya Amerîkayê re civiyan.

Di civînê de rewşa pêşmergeyên Rojava û kirîza Sûriyê hat gotubêj kirin, herwiha şanda ENKSê giringiya vegerandina pêşmergeyên roj bi armanca berevanî û oarastina deverên Kurdî nîşan da.

Şanda ENKSê ji serokê wê Ibrahîm Biro û herdû endamên peywendiyên derve yên ENKSê Kamîran Haco û Siyamend Haco pêk dihat.

K24
Top