Rêvebereke Erebên Iraqê: Tenê kevneperest û nezan dijî referandoma Kurdistanê ne!
Îro 25.05.2016ê serokê hevpeymaniya demokrasiya sivîl li parlamentoya Iraqê û di heman demê de serokê partiya ‘’Umme’’ ya Iraqê Mîsal Alûsî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Referandom mafekî mirovî û xwezayî yê gelê kurde, ku çend sedsale xebat bow ê dike.’’ herwaha got: ‘’Gelê kurd çend sedsale xebatê ji bo vê mafê xwe dike. pêwîste li hember wê zilma ku sedsala dawiyê de li hember kurd û pêkhateyên din ên Kurdistanê hîn jî berdewam dike, rê ji referandomê re bê vekirin.’’
Serokê hevpeymaniya demokrasiya sivîl li parlamentoya Iraqê, ji BasNewsê re teqez kir ku, referandoma Kurdistanê ji bo maf û çarenivîs û sîstema pêşeroja pêkhateyên Kurdistanê mafeke rewa yê gelê Kurd e û got: ‘’Pêwîste azadîxwezên Iraqê pîrozbahiyê li vê hewldayînê bikin û li gel azadkirina mirovên kurd û temamê netewên din ên Iraqê pîroz bikin. Her pêkhateyekê daxwaza xwe ya azadiyê heye. Divê piştîwanî li wan bê kirin. Ev dibe bingehê Iraqa rasteqîn. Lê Iraqa diktator û yekgirtî bi şûr, êdî nema û xizmetê ji bo mirov û mirovahiyê nake.’’
Mîsal Alûsî di beşekî din yên gotinên xwe de aşkera kir: ‘’Ez bi navê xwe û hemû azadîxwez û rewşenbîrên ku dinasim piştîwaniyê li referandomê dikim. Ji ber ku mafekî xwezeyî yê mirovî gelê kurd e û tenê kevneperest û nezan dijatiya referandomê dikarin bikin.’’
Basnews
