Li Tendûrekî şerekî giran derket: Herî kêm 6 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Li gorî medyaya Tirkiyê, duh êvarê, li devera Tendûrekê ku dikeve navbera bajarên Çaldiran û Agirî yên Kurdistana Bakûr, şerekî giran di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û PKKê de qewimî.
Li gorî agahiyan, di wî şerî de herî kêm 6 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Hat gotin ku birîndar bi helîkopteran rakirin nexweşxaneya bajarê Wanê.
Bûyer çawa qewimî?
Li gorî ku di medyaya Tirkiyê de hatiye behskirin, destpêkê gerîlayên PKKê li devera Tendûrekê agir berdane hinek otomobîl û wesayîtan paşê hêzên artêşa Tirkiyê çûne cihê bûyerê. Di dema derbasbûna otomobîlên zirhî yên artêşê de, bombe teqiyaye paşê gerîlayên PKKê bi rokêt û çekan êrişî hêzên Tirkiyê kirine, bi vî renî şerekî giran li wir qewimiye.Tê gotin ku heta niha jî şer û pevçûn li Tendûrekê didome.
Basnews
