Şêwirmendekî îstixbarata Amerîka: Êdê dewletek bi navê Iraqê nemaye
Şêwirmendê îxitbarata Amerîka, Pop Bîyer ji televîzyona CNN re li ser şerê DAIŞê û azadkirina bajarê Fellûce yê Iraqê axiviye û gotiye, artêşek bi navê artêşa Iraqê nîne da ku Fellûcê azad bike.
Pop Bîyer her wiha gotiye, sunniyên Iraqê ji artêşa wî welatî ditirsin ji ber ku artêşa Iraqê ji komek çekdar û milîsên şîe pêk hatiye ku wek “tîmên îdamkirina sunniyan” tên dîtin.
Wî şêwirmendê îstixbarata Amerîka, ku piştî rûxana rêjîma Sedam Husên, çend salan li Iraqê xebat kiriye, her wiha aniye ziman ku êdî dewletek bi navê Iraqê nemaye û carek din jî ava nabe.
Operasyona azadkirina bajarê Fellûce yê Iraqê, ku girêdayî parêzgeha Enbarê û xelkê wê hemû sunnî ne, roja 23ê Gulana îsal bi fermana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dest pê kir.
Di şerê Fellûcê de Heşda Şeibî (milîsên şîe) jî beşdar in ji ber wê jî hêzên hevpeyman alîkariya artêşa Iraqê nakin.
Basnews
